Der Deutsch Kurdische Freundeskreis Senden e.V. wünscht allen Eziden ein frohes (Çarşemba sor = roter Mittwoch) Fest.

Carsemba Sor (roter Mittwoch)
Das Carsemba Sor Fest gilt als eines der wichtigsten Feste des
Ezidentums, und ist das ezidische Neujahrsfest, dass jedes Jahr am ersten Mittwoch im April nach ezidischer Zeitrechnung gefeiert wird. An diesem Tag hat Gott dem Engel Melek Taus den
Auftrag gegeben, die Erde zu erschaffen und für alle Lebewesen bewohnbar zu machen.
Die Eziden richten an diesem Tag ihre Hauseingänge mit prächtigem Blumenschmuck her und färben oder bemalen Hühnereier bunt. Rot-gelb-grüne Bänder (Basimbar) werden geflochten, entweder
als Armreifen oder als Haarschmuck getragen. Insbesondere auch an Tierhörnern und Getreidepflanzen
werden diese Bänder befestigt.
WATEYA ÇARŞEMA SOR
Çarşema Sor di heman demê de weke 'Cejna Sersalê', 'Cejna Tawizî Melek', 'Bûka Salê' û 'Roja afirandina cîhanê' tê naskirin.
"Li gorî bîr û baweriyên civaka me, roja afirandina cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Çarşema Sor roja destpêka aştî û aramiyê ye. Xweza reng diguhere di wê rojê de. Li gorî mîtolojî û
baweriya Êzîdiyan, berê cîhan hemû av bû. Bi diharbûna milyaketên Xwedê re cîhan tê meyandin. Wê rojê Tawisî Melek ji ezmana dihar û nazilî erdê bûye. Lewma jî li gelek deveran wekî cejna Tawisî
Melek tê pîroz kirin.
Di vê cejnê de, basimbar (ji benê bi rengê kesk û sor û zer/an ji sor û sipi) tê çêkirin. Wateya basimbar xêr, bereket, pêṣîlêgirtina qeda û bela ye. Basimbar li destê jin, mêr, qîz, zarokan, her
tiṣtekî pîroz û navdar ve tê girêdan. Meha Nîsanê, hem destpêka şînbûna xweza ye û hem jî bûka salê ye. Di vê cejnê de, baqên kûlîlkên rengê reng ji xemla Nîsanê bi her cihekî pêwîst û girîng ve
têne dalqandin.
Di meha Nîsanê de Êzîdî bûka dernaxin, ji ber ku meha Nîsanê bi xwe bûka Salê ye. Cejna Çarşema Sor di heman demê de xemla çand û baweriya gelê Ezdîya. Lê mixabin bi sedê sala ye ji ber zordestî
û desthilatdariya biyanî nehiştiye Çarşema Sor li gorî pîroziya xwe were pêşwazikirin."
(FKE)
Kommentar schreiben